✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Sebir Sebir

Sebir Sebir

Îsa Yildiz · Şarkı Sözleri
Li bajarê Enqerê
Soz didin wekî berê
Li peytexta Enqerê
Soz didin wekî berê

Ji vir û derewên xwe
Kurda dikine xewê
Binçav dikin dikujin
Weki wan salên berê

Sebir sebir ha sebir
Heya kuderê sebir
Ji vir û derewên wan
Dilê me bû wek kevir

Em dibêjin biratî
Ew dikuje neyartî
Em dixwazin azadî
Ew dibêje koletî

Ev çend sal e em bindestin
Dibînin zilm û zorê
Wele wiha derbas nabe
Yan mirin yan azadî

Sebir sebir ha sebir
Heya kuderê sebir
Ji vir û derewên wan
Dilême bû wek kevir

Êdî bese bin destî
Bila bimre koletî
Dest bidin hev bi biratî
Bi hevra ban bikin
Yan mirin yan azadi...

Sebir sebir ha sebir
Heya kuderê sebir
Ji vir û derewên wan
Dilê me bû wek kevir
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.