Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Serê Kaniyê

🎤 Zoya🌐 KU

Serê Kaniyê

Zoya · Şarkı Sözleri
Emê li vir bimînin, welat bernadin
Xwîna xwe erzan didin, lê welat nadin
Keç û xort û jinê me gorî dozê ne
Ser çava mirina birûmet, em tev ser rê ne
Serê kaniyê, kelha berxwedan

Qamişlo û tirbespiyê li pişta te ne
Amûdê û dirbêsiyê, ew xuşka te ne
Vaye efrîna delal li ser te digrî
Kobana qehremana destê te digrî
Serê kaniyê, kelha berxwedan

Waşokaniyê delal, dîroka kevnar
Serî qet ne tewandî li himber neyar
Navê te me binivîsin bi tîpên ji ar
Her serbilind bimîne, bi nirx û serdar
Serê kaniyê, kelha berxwedan
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.