Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Silavek Bide Yarê

Silavek Bide Yarê

Erdewan Zaxoyî · Şarkı Sözleri
Silava li mi bikî ne jidil e yarê
Ev dilê ji xema tev kul e jarê
Çi sînda nexo
Çi sînda nexo bi rondikêt sar
Dergehî veke zî were xwar

Silava li mi bikî ne jidil e yarê
Ev dilê ji xema tev kul e jarê
Çi sînda nexo bi rondikêt sar
Dergehî veke zî were xwar

Te çi divêt yarê, bi xwe mi bikene
Ez nizanim te çend wek min hene
Dê ji min reve yar, dê ji min reve
Dê ji kendalê dilêt bikeve
Dê ji min reve yar, dê ji min reve
Dê ji ezmanê dilêt bikeve

Xelkîno bizanin, ev ne çi hal e
Çi hat serê min, sala ev sal e
Mişext kirim van dost û yara
Bext reş kirim wek carkê cara

Kuştiyê wan herdu çava ez im
Te go mi bihêle, ez gelek bilez im
Xwudê bo çi ez tohudan e
Dil keleka bê kelekvan e

Silava li mi bikî ne jidil e yarê
Ev dilê ji xema tev kul e jarê
Çi sînda nexo bi rondikêt sar
Dergehî veke zî were xwar
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.