✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Siltan

Siltan

Firat Med · Şarkı Sözleri
Li serê çiyayekî li ber zinarekî
Li binê zindanê li nav çar dîwarekî
Her carê ez bibîr tînim te yarê
Dihelim diqedim ji kerbê te canê

Çawa ax ji avê ra çawa pel ji darê ra
Çawa roj ji şevê ra ez jî wisa ji te ra

Ez ketime rêya li deşta kerbela
Ji çongan de ez ketim li ber tava havinê de
Bê nan û av bijîm bê te ez najîm
Bê nan û av bijîm bê te ez najîm

Çawa ax ji avê ra çawa pel ji darê ra
Çawa roj ji şevê ra ez jî wisa ji te ra

Tu hêstirên çava tu yî ken li lêva
Tu siltana bi taca li ser dila
Tu hêvî tu evîn tu jîn û jiyan
Tu hêvî tu evîn tu jîn û jiyan

Çawa ax ji avê ra çawa pel ji darê ra
Çawa roj ji şevê ra ez jî wisa ji te ra
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.