Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Sirûdî Jînî Kurdim

Sirûdî Jînî Kurdim

Sayran Zamanî · Şarkı Sözleri
Jinî kurdim, aştîxwazim, têkoşerim
Parêzwanî kurdistanim, kollnederim
Tê ekoşim ta be dî bê mafî jinan
Bo nemanî zullim û azar û derd û jan
Tê ekoşim min le pênaw mafî yeksanî însan
Ta nemênê û ta le bin bê wa nerîtî heqxuran

Ba hemûman pêkewe, dest le dest bo pêşewe
Jin legell piyaw pêkewe, yek mebest bo pêşewe
Tê ekoşîn ta wedî dê awatman
Nîştimanê pirr le soz, pirr le ciwanî jiyan
Nîştimanê pirr le soz, pirr le rengî jiyan

Bîr û hoşim, wire û coşim, bo be bê ho bisutêndrê
Hest û sozim, xoşewîstîm, be bê tawan bixinkêndrê
Îtir bese çîtir le jêr nawî namus çewsanewe
Ba wirya bîn, ba hoşyar bîn
Em nerîte lenaw berîn

Ba hemûman pêkewe, dest le dest bo pêşewe
Jin legell piyaw pêkewe, yek mebest bo pêşewe
Tê ekoşîn ta wedî dê awatman
Nîştimanê pirr le soz, pirr le ciwanî jiyan
Nîştimanê pirr le soz, pirr le rengî jiyan

Eger îmro singim qellxanî gulleye bo willatim
Ke şerr nema her ewestim le xebatim
Le meydanî siyaset da beşim nîwey ew pantaye
Hîç berbestê bendim naka, jinî îmro be agaye
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.