✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Têlî

🎤 Beng🌐 KU

Têlî

Beng · Şarkı Sözleri
Were Têlî, were Têlî, were Têlî,
hey lê zalimê lê lê lê

Ezê serê sibê,
radibim ji xewka şêrîn,
bang dikim dibêjim Têlî,
bi nava rojê dibêjim Têlî,
bi êvarê dibêjim Têlî…

De lê lê zalimê, lê lê lê
Têlîyê malxerabê,
min go buhar e, buhara rengîn e
Zalima qîza zalima,
buhar e, buhara rengîn e
Li seriya me zozan e,
li biniya me de Bingol e, Serhed e, Şerefdîn e

Zalima qîza zalima,
navê wê Têlî ye,
mîna qaz û qulingê berriya jêrîn e
Salê carekê serê xwe na li zozanê
Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne
Were Têlî Têlî Têlî, were Têlî

Were lêlê, lêlê, lê, lê, lê….

De lê lê zalimê, lê lê lê
Têlîyê malxerabê,
min go buhar e, buhara rengîn e
Zalima qîza zalima,
buhar e, buhara rengîn e
Li seriya me zozan e,
li biniya me de Bingol e, Serhed e, Şerefdîn e

De lê lê zalimê, lê lê lê
Rebiyo qûrbano sibe ye
Wezê diçûm mala bavê Têlîya xwe bi mêvanî
Min ê vê sibê ji xwe re kir guhdarî,
min bala xwe dayê Têlî sala par vî çaxî
delalîka ber dilê min bû,
sala îsal ji xwe re ketiye
bext û tola kalê
heftê û heştê salî
Na na, weleh kor, poşman
ezê vedigeriyam

Were Têlî, were Têlî, were Têlî
Hey lê zalimê, lê lê lê
Ezê serê sibê,
radibim ji xewka şêrîn,
bang dikim dibêjim Têlî,
bi nava rojê dibêjim Têlî,
bi êvarê dibêjim Têlî…

Gotin: Gelêrî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.