✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Tu Kî Yî

Tu Kî Yî

Devrîm Demîr · Şarkı Sözleri
Hilberîn im ez zayîn im
Dîrokê di xwe de dihewînim
Ez ê zik bi zik azadiyê
Ji nû ve biwelidînim....

Ez ê derkev im
Ez ê biger im
Ez ê bibêj im
Ez ê biken im

Kes nikare li ser min
Biryar bide ji bo min

Ji te'r çi ye, tu kî yî
Bav û bira yan mêr î
Dewlet î yan dozger î
Nas nakim, nas nakim
Yekî ji we nas nakim

Ez ê ji nû ve binivîsim
Çarenûsa hebûna xwe
Ez ê tu carî qebûl nekim
Biryarê'l ser jiyana xwe

Ez ê derkevim
Ez ê bigerim
Ez ê bibêjim
Ez ê bikenim

Kes nikare li ser min
Biryar bide ji bo min

Ji te'r çi ye, tu kî yî
Bav û bira yan mêr î
Dewlet î yan dozger î
Nas nakim, nas nakim
Yekî ji we nas nakim

Gotin û Muzîk: Devrim Demir
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.