✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Wermêlî

Wermêlî

Rûken ji PêlîstankTV · Şarkı Sözleri
Mamoste bo me bêje
Min omîd e ji mêj e
ramana Kurdistanê
tu bi ciwanî darêje

zane ew e ramanê,
ya anvê Kurdistanê
xak û cihê kurdan e
perçeke ji vê cîhanî

zane ew e ramanê,
ya navê Kurdistanê
Xak û cihê kurdan e
Perçeke ji vê cîhanê

Mamoste min hîvî ye
bêje pêşmerge kî ye
bo çî bi rex û çek e

Pêşmerge zêrevan e
li ber sÎngê dijminan e
Ji bo parastina welatî
ji bo e canfida ne

Erê şehîd çi ne?
Bo çi ev gotin e
Bêje navek pîroz e

Bi xwîn û leş û giyanî
Wan ji me kir berevanî
Bo azadiya miletî
canê xwe kir qurbanî

Ma ev e, çi ala ye
Bilind bejn û bala ye

Li ser bana li ser çiya
Wisa ciwan hildaye
Ew ji bo me nîşan e
Xebat û berxwedan e
Diruşmê gelê me ye,
pênasa kurdan e..

Çend Kurdistanên me hene?
Ew bo çi çar perçe ne?
Me her êk welatek e?
Yan jî hemî pêk ve ne?
Zanî çar perçe çi ne

çar rexêt me dijmin e
Kurdistana bixêr û bêr
Her êk dibêjit ya min e

Erê mamoste, belê
Baş ron bike vê meselê
gotina te wa şêrîn e

Bêje! guhê me lê
Bila bila, li ser çava
Rûkena can û ..
Bêjin bakur û başûr
Rojhilat û rojava
Were nexşê tu çêke
Navêt wan tu lê ke

sînroên hemiyan êk
anku Kurdistan êk e

Gotin: Veger Koremark
Muzîk: Şivan Ferec
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.