✦
✒ ŞİİR

7

7

Eyşana Beravî · Şiir
Hêvîyên min dişibin zarokên min.
Wekî ku her roj bi min re şîyar dibin.
Û bi min re dijîn.
Hêvîyên min dişibin rêyekê;
û ez jî di wê rêyê de her kêlî dibim rêwî
Û qet dawî lê nayê
Wêneyekî ku qet befir lê ranaweste li diwêr…
Ez hêvîyên xwe dişibînim wê befira wêneyî.
Carinan bi çirûsk carinan jî flû…
Zarokên min, rêya min a bê dawî, wêneyê min ê diwêr
û hêvîyên min ên dişibe wan…
Tev de winda bûn.
Ne Adarê, ne jî Nîsanê, belkî jî di roja Feqîyê Teyran de…
hêvîyên xwe firotiye…

*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.