✦
✒ ŞİİR

9 Mebhesul Tefazulî (Welê Nessê Dalin)

9 Mebhesul Tefazulî (Welê Nessê Dalin)

Mele Xelîlê Sêrtî · Şiir
Welê "ness"ê dalin li fedla hinan,
Ji bo te bibêjim hemî efdelan.

îbrahîm û Mûsa û îsa û Nûh,
Bi tertîbê efdeltirin paşê Nûh.

Resûlin, li dû wanre peyxemberin,
Di pêve xewasê melek bihtirin.

Ji `amê melek qenctirin, ey ciwan.
Jinê dunyewî çêtirin j`horiyan!

Ji hindî jinan Fatîme, pêve da,
Li dû `Aîşene heçî ma beqa.

Ebûbekre efzeltirê ummetê,
Di kufrê neborandî yek saetê.

Li pêve `Umer, ê ku nav dayiye
Bi "Farûq"î, Osman li paşê wiye.

Li dû wî `EIî, sahibê "Zulfeqar",
Evananî sih sal xîlafet buwar.

Li pey vane Se`d û Zubeyr û Se`îd,
Di gel Ebdurrehmanê bûye şehîd.

Digel Telheto Bû `Ubeyde bizan!
Ku "Eşr-ul mubeşşer" bûye navê wan.

Sebeb wê ku mizgîniya ceimetê,
Ji bo wan ê hatî ji nik Hezretê.

Hemî ehlê Bedr û Uhud bey`etê,
Muheqqeq bûye, dê biçin cermetê.

Weha renge ezwac û `itra Resûl,
Ji eshabê dîreye erca duxûl.

Ji herba sehaban mekin qal û qîl,
Bihiştîne hem qatil û hem qetîl.

Hemî da û babê di peyxemberan,
Berîne ji enwa`ê kufr û şeran.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.