✦
✒ ŞİİR

Abadîna Hêviya

Abadîna Hêviya

Zekî Kayar · Şiir
Di şeveqa her sibehê de
Sewla kenê te yê dilmê
Wek gilokeke tîroj
Li nav çavên min dide
C bi kllskllsandina gizikên ciwan ve
Hiş û sewdan di serê min de nahêle.
Serpeze dibim
Ci perîşan dibim.
Ma çewa bikim, ?
Sûcê min e ha!
Dilê birîndar û têr evîn
Hew dikare xwe li ber hisreta te,
Hisreta dîtina te
C hisreta giyana te
Ragire.
Êdî milîm bi milîm
Qerqoda bergllmaniyan
Bêrawest dimehite
û pergala hebûna xweşbîniyê
Serejêr dişemite.
Lê, hîn jî bi tevayî
Abadîna hêviyan hilneweşiyaye.
"Xwediyê mirî kar e."
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.