✦
✒ ŞİİR

Aferîn Bo Te

Aferîn Bo Te

Ehmedê Xanî · Şiir
îşweyek da me seher wê periya horî sirişt
şefeqê berq û cemalê dil û can suht û perişt
(berişt)

Me nizanî ku melek yane beşer yane çi bû
(ya perî bû)
Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimişt

Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf
Xeyberî hatine min xal û xet çember û qişt

ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat
Talibê Zatê me, lew min şemirand baxê Bihişt

Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek
Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xişt

Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf
Aferîn ber te! Ku ev şîwe ji bo kes te nehişt
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.