Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
Arjen Arî - Arjen Arî - Efendîno
✒ ŞİİR

Arjen Arî - Arjen Arî - Efendîno

Arjen Arî - Arjen Arî - Efendîno

Arjen Arî Şiirleri · Şiir
Arjen Arî  Efendîno Helbest

Arjen Arî - Efendîno Şiir Sözleri

 

Efendîno rahijin teşkên xwe rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re: tenq, top, tiveng, teyare… û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî : hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin! biçin: berî kuç û kevir di we werbin biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we û hêj ku agir vêneketiye j” agir: hima niha, vê kêlîkê, ji vir rahijin teşkên xwe û biqeşitin ji vir, efendîno! hûnê biçin efendîno, hûnê biçin berî ku hûn bisekitin se se hima rahijin teşkên xwe û biqeşitin

  windows 8.1 lisans satın al
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.