✦
✒ ŞİİR

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam

M. Zahir Ertekin · Şiir
Lew li min der bûne birînan, dihêrim ah û elemê
Were seyyadê hezînan, bes bike qala weremê

Ne’lînên ‘uşşaqî rabûn, kadîna ‘işqê zuwa bû
Êdî hew Zînê xuya bû, ruh li ber kaşê kelemê

Neguvêş min di narê xwo, bes guh de qêrînên ezê
Hatina min bi mûyekî, ne bi qesr û payî textên vê demê

Kengî vî barî dirakim, çawa karibim derêxim
Ne ji welat dikarim çim, ne ji te ez revemê

Kanîya baxê buhuştê, nûreya bedra munîr î
Derî û pace vekirim, kanê ew bêhna qeşemê

Min di dil de heye tenûr, ne tenê bi şev e sohtin
Bîst û çar sa’etan her, disojim wax mu’teberê

Ez nikarim xwe hebînim, bê niyaz û derd û ney
Hew dikarim bikenim qey, lew li min rabûye Memê

Kewîna êş û birînan, carekê nakit pirsîyar
Bes qeweta min nemaye, were min bibe îremê

Her wekî zahir dikim ez, hesret û bêrî û hestan
Heta hebe ev ‘illet, darûxwaz im vê mulhemê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.