✦
✒ ŞİİR

Bakûrî Hatin

Bakûrî Hatin

Yeqîn H. · Şiir
bakurî hatin, bakurî, peya û siwarî
bêderî borîn ji atlasan
xwe girtin li qama tivingê
pişt spartin taldeyê rabirdûyê, hatin
lawên kurmanciyê
bêhnek berdan li ber neqeba dî-rokê
li bin asîmanê dadayî
pişt re rakirin halanê, bezandin hespên xwe
li tayê xetê, dan tengala wextê sînor û sînor
dengên xwe hiştin li dîwana avê
li dû çîrokeke kevin, li fermanan çûn
çûn royê bi rûyê şevê dakin
çûn lê danegeriyan
bûn herfa serî, li navê qewmekî

06 adar ‘07
mêrsîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.