✦
✒ ŞİİR

Basî Bawkî Meke

Basî Bawkî Meke

Hacî Qadirê Koyî · Şiir
Basî bawkî meke, aramî nîye ew terese
Rojê casûs e, be şew ta be sibeynê ‘eses e!

Nakirê medh û senay to be zuban û be qellem
Heq e medhit nekem û qafîyezanîm ‘ebes e

şêr weku mûr e le lay zullfî kemend endazî
Fîle mêşûle ye, lêy la bide, ‘enqaş meges e

‘Adetî girtuwe ‘uşşaqî nebê hellnaka
Werine bo kuştinyan, nîme nîgahêkî bes e

Lêwî wek qende mukerrerr le dema şîrîn e
Bo ye tekrar e weku nalle enîsî nefes e

çûne jêr barî rîyaset kerî û ehmeqî ye
Le qetarîş ewî pêşeng e ‘elawey ceres e

Bûmî wêran e be roj û segî ew ko ye be şew
Herdûkî xizmî yek in, Hacî be bê xizm û kes e
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.