✦
✒ ŞİİR

Bedew Selweqamet e

Bedew Selweqamet e

Mehmet Hacioglu · Şiir
Jê tê kirasê çemçem
Dimeşe ew li dev çem
Li ser wecha berdaye
Canê sîmzûlf û berçem

Zûlf li ber bê ta ta ye
Li bin şaşka yekta ye
Karxezala pir bedew
Ji hevalan qeta ye

Bedew selweqamet e
Horiyek bêbabet e
Ew sosina newalan
Xwîn şêrîn ji şerbet e

Kembera zîv li navê
Davê ruyê xwe avê
Çavan dît dil gizgizî
Ar û pêt xist hinavê

Gerden ristê mirarî
Ji kû hat ev diyarî
Zane ew tenê dost be
Li alem bêneyar î
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.