✦
✒ ŞİİR

Bend 3 (Ey Çehre Perî)

✍ Mîna🌐 KU

Bend 3 (Ey Çehre Perî)

Mîna · Şiir
ey çehre perî dil meji eşqa te kebab e
daîm jifîraqa te me can her bi ‘ezab e

perwane mîsal in û ji hubba te bi reqs in
ezman tezen û qelb û ceger çeng û rebab e

şewqa te li nik ehlê dilan behrê `emîq e
sed şukrê ku dil min di wê deryayê hubab e

se’yê dikirin cumle xewasin di meanê
bo eslê gewher xo sedef bûye niqab e

mecmû` di wê deryayê serasîme digerhin
heyran û perîşan dilê sermest û xerab e

meqsûd ku bibînin te bi çehvên te beşer pûş
husna te bikin seyr û nebit cismê hîcab e

perda beşerê dê bi çi ayîne sifet kin
madem tu nekî lê nezerê şubhê xurab e

wesfên di cemala te neşêm qet xo eda kim
lew meseleyek husna te wahid du kitab e

têk kewn û mekan û rûz û şeb ‘alemê cism e
êk ilmê ehed sirrê "elest" fehmê cewab e

berqek ji cewaba te eger bête zuhûrê
dê hey bibin emwatî hemû bên vê xîtab e

cennet ji gulîstanê cemala te hebîbî
gulxonçeyeke girtî ji bêhna te gulab e

ma nînin wekû min te du sed tûleyê dergah
mehrûm ji çi nîme ji me ra ev çi xizab e

carek bi kerem min vê huzûrê tu bixûne
da ser binihim ber qedemê şubhê kilab e

geh geh tu bi ne`lên di xo çehvên me vemale
çendan ku segê kûyê ti me lêkî sewab e

nisbet me divêt em vitedeyn gerçî bi seg’ bin
madam ji gedayê `etebê bêne hisab e

hîvî dikim min ji derî qet neçifûnî
...................................

ya rebbî bi heqê zat û sîfat û kutubên xwe
Mînayî li zikê ‘heremê kiyye turab e
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.