✦
✒ ŞİİR

Ber Bi Ezman

Ber Bi Ezman

Fêrîkê Ûsiv · Şiir
Hê dewrada erd û ezman hev maşoq û yar,
Lê sûra wan ji hevdu dûr, li hev nedîhar,

Qey bê sêfîl kewgirîne ji derdê evîn
Erdê meyî hezar terzî û ezmanê şîn.

û qe çendik-çend cara bye -ji dest huba pirr
Erşêd jorîn barandine hêsirêd xweye gurr.

û erd şabûye, nûr û neder li rû bûye heyran,
Heyrana wê bûye xêr û bêr ji bona îsan:

û îsanê şêkirbilyan şereze û merd
Bi xêr-xweşî gîhandin hev destê erş û erd.

Bi "Vostoka" me dewranbêj Gagarîn eslan
Pekya berbi sitêrkê nûr û hîva terlan.

û bû mêvanê heqî heq li ezmanê durr,
Soz jê sitend û kire yek li wir qet û birr...

û verê bû eznafê me bi ezet-qulix,
Hat û birê xweyî çûkra da salix-sûlix...

û birê çûk, şêrê ji nav şerzada ketî,
Mîna birê çûkî mêrxaz, birê hikyatî,

Hêl bû berbi hêlanê jor bê tirs û bê xof,
Ezman xwera kire qonax şêr Gêrman Tîtov.

û şêrê me bi sidqê qenc û erşê nedîr
Hevra kirin pirs û sowbet şeva kîr û bîr:

Vepeşirî erşê nazik, li rû barî nûr
û bi hemd û hemadê xwe evdira da destûr.

Evdê rûspî û jêhatî bi merd û kemal
Hivde gistîlk kirin destê ezmanê şemal...

û da xatir û xatir xwest, heya dewatê,
û ramûsa enya bûkê, hat rû hewatê.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.