✦
✒ ŞİİR

Bere Bihar Bi Xêr Bê

Bere Bihar Bi Xêr Bê

Cegerxwîn · Şiir
Bihar e ba bi xêr bê li ser çavên me Nûroz
Ba Kurd ji hev re bêjin: Bira cejna te pîroz

Kincên ciwan wergirin li Kurdistan keç û kur
Zerî biçin semayê çi amoz û çi xaloz

Mizgîn ji bo me bêtin doza me va giha me
Em aşîtî dixwazin kengî bighê me ew doz

Perî û xort û reşkal li her derî bibêjin
Bijî serdarê zana ev rêberê me Behroz

Canfidayên ciwanmêr em deynin ser milên xwe
îdî em şer naxwazin gulebaran û bahoz

Em dixwazin bihar bê bi ken li her der û cî
Hembêz bikin keç û xort hemi pismam û amoz

Bi serbestî bilîzin maçan bi hev bigorin
Bere ji min bixeydin ev neqşebend û kerboz

Xwedê li jor dizanî em ji bona çi dane
çima girtî û dîl bin weke berxa di nav koz
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.