✦
✒ ŞİİR

Berf Dibare

Berf Dibare

Fatma Savci · Şiir
mam asê
di newalê çavên te de

berf dibarê gulik gulik
ser mijangê te.

roj,
ji keskesorekê jî
mehrum dihêlê bejna min

payîz bi ser stêran de jî digrê
diweşîne pel bi pel
roniya xeyalên min.

zivistan kon vedide
li dilê min.

bûm xwîşka heft bira
di çîrokan de,
pisîkê bi agirê min de mîst
û tenê hût
şahê agir e neha...

ji pirtûka Xewnên Zîvîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.