✒ ŞİİR
Bese Dinale Welat
Bese Dinale Welat
Naif Haco · Şiir
Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refê keçê te rabûn, ji çiya û deştan
Axa Kurdistan welat, şên û şîrîn e
Ji bo Kurdistan emê xwînê birjînin
Serê xwe rakir welat, karker û cotkar
Ewê derînin dijmin, ji axa Kurdistan
Em ji gelê xwe welat, em bi hêvî ne
Emê mafê xwe bi lez, bi zor bistînin
Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refê xortê te rabûn, ji çiya û deştan
Refê keçê te rabûn, ji çiya û deştan
Axa Kurdistan welat, şên û şîrîn e
Ji bo Kurdistan emê xwînê birjînin
Serê xwe rakir welat, karker û cotkar
Ewê derînin dijmin, ji axa Kurdistan
Em ji gelê xwe welat, em bi hêvî ne
Emê mafê xwe bi lez, bi zor bistînin
Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refê xortê te rabûn, ji çiya û deştan
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.