✦
✒ ŞİİR

Bextê Me Li Xware

Bextê Me Li Xware

Seydayê Tîrêj · Şiir
Gewra minê behare, çol xweşe wek buhuştê
Xeml û xêza xwe girêde da biçin kêf û geştê

Qadê kiraskî heft reng waye l` bejna xwe danî
Ji zozan û sîpanan wa mirxo têne deştê

Bi zaravê xwe bilbil, hawayê dil dibêjî
Bêhna gul û beybûna wa li nêv baxan xweş tê

Bayê siba dermane xweş dikî derd û êşan
Avê çema xumxume wa bi leylan û meş tê

çiya û deşt û zozan tev dikin rohnî gulşen
Rojê vaye l` me da- der lê gewrê j` hêla reş tê

Zendan li hev bipêçin lê berî mirnê carek
şens û bextê me l`xware, ger sed bî yê me şeş tê

Eybê me tim belû ne yên dildaran veşirtî
Daxwaza me pir dûre lê yê wana l`teniştê

Diravê xelkê zêrin lê gewrê yê me paxir
Wekî Tîrêj dibêjî tu hilîn têx ber piştê

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.