✦
✒ ŞİİR

Beytika Berate

Beytika Berate

Yeqîn H. · Şiir
di nîvê dêrî de, şev dageriya
heyv ne li wir bû, ne jî qendîl
hingivî valahî, kê bîna
rû rokir li beytikê
li wê dinê Melek ji rû bûn

(çi ma li rû asîmên?)

bihêlin qorê morîkan
mebêjin gulê li çi reng da, bi şînê vebûn dar
beytik berate, morî morî sorê lal
çîn çîn li destmala vê dinyê

(derbê rû bi çi dakir?)


berî ro dagere nava dêrî, ne xêr ne xatir, axirî
ji lêvekê ta bi lêvekê, bênefes ma di paxila qîzaniyê de
di navrana Hewayê’d ve-ket beytika berate

14-31 tîrmeh ‘07
anqere-mêrsîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.