✦
✒ ŞİİR

“Bi Min Re Bijî!”

“Bi Min Re Bijî!”

Dîlber Hêma · Şiir
çav diqirpîne helbesta min
Rêzikek ji helbesta Anna Ahmatovayê:

“Payîz di navbera darkevotan re
dikir piste pist û digot: Bi min re bimire!”

Rûpelên windayî bi qasî temenê payîzê
Zer li ser maseyê
şopên di berfê de
Reş dixeniqîne çûyînan
Lê bîranînên spî
Dadigire şûna şopan

Bi wêneya rojê ve dizeliqe
Xwekuştina masî
Pênûs diperpite
Kaxiz ber bi reşbûnê ve diçe
Zimanê tenêtiyê
Li dû hezkiriyan tenê dimîne

Dara pirtûkê di taldeya kuçeyan de
Pel bi pel diweşe
Ser bêdengiya kolanan
Vediniciqim-
Pelek jê dikeve destên min
Bi xwendina rû(pel)an
Bêriya dahatûyan dikim
Dahatû kesk
Di kefa destên min de

Li odeyê rûpelên zer
Hezkiriyên qerebalix
Dara bêpel
Dahatûyên hûrbûyî

Helbesta min ji der ve ruyê xwe da
Xumamiya paceya li hundir
Bi temena helbesta Ahmatovayê re bişirî û got:

“Ligel temenê helbesta te yê 94 salî
Bi min re bijî!”
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.