✦
✒ ŞİİR

Bilbil Jivanê Gulê Ye

Bilbil Jivanê Gulê Ye

Sebrî Botanî · Şiir
Ez bûme pîrê xemcivîn
Mest û bê hest û jêr nivîn
Hêşta jivanê gulê me

Evîna wê ez pîr kirim
Yekcar bê hiş û bîr kirim
Hêşta jivanê gulê me

Li dil vebûne sed birîn
Ji derdê wê gula şirîn
Hêşta jivanê gulê me

Hejar kirim, xembar kirim
şaş û nezan û har kirim
Hêşta jivanê gulê me

Dilê xemgîn kir êş û jan
Agir berdaye dil û can
Hêşta jivanê gulê me

Sitem pir kir li min felek
Xistim dava çavên belek
Hêşta jivanê gulê me

Evînê ez varî kirim
Bê ol û çavtarî kirim
Hêşta jivanê gulê me

Hey zalimê bê bawerê
Pa kanê peymana berê
Hêşta jivanê gulê me

Nesax kirim, bê hal kirim
Enya kever bin çal kirim
Hêşta jivanê gulê me
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.