✦
✒ ŞİİR

Bilbil û Rûwê Yara Min

Bilbil û Rûwê Yara Min

Birahîm Ebdî (Keser) · Şiir
Heger bilbil ruwê yara m bibîne
Nema carkê li gulzaran dixwîne

Ewê bigrî li jîna xwey buhirtî
Bi derd û kul û dilêş wê bimîne

Ji kerba wê bi nehp û nikkilê xwe
Gulên ser çuqliyan wê daweşîne

Ji derdê sorgulan wê pirr binale
ewê nasbik ku jîna wî ne jîne

Nizanîbû bi melyonan berî wî
ji `işqa cot gulên sor tev mirîne

Belê dêmên ji rengê cot gulên sor
Ji her canî re daxwaz û xwezîne

Ji bilbil gazina nakin tucarî
Kesên derdê evîn û `işqê dîne

E jî wek bilbilê dilkul dinalim
Ji derdê sorgulan dil tev birîne

Keser, bigrî li ser rewşa xweyî jar
Neyaran bax û gulşen tev çinîne.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.