✦
✒ ŞİİR

Birîn, Kul û Derd

Birîn, Kul û Derd

Konê Reş · Şiir
Nizanim çima min sare
Gelo, ev çi demsale?
Heger zivistan ba;
Wê berf û baran bibariya
Li ser van car û zinaran.
Ku buhar ba;
Wê hilm û bîna
Kulîlkên nû pişkivî bihata
Ji van daran.
Ku payîz ba;
Wê dengê qaz û qulingên mişextî
Bihata ji esmana.
Xuyaye dem havîne
Belê, çima roka vê havînê
Tînê nade?!
Gelo !
Birîna min xedare
Ew rê nade,
An kul û derd, di ser min re
Bûne sîber û talde?!

02.05.1994
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.