✦
✒ ŞİİR

Biyanî

Biyanî

Hesen Omer · Şiir
Ji nav hestên poçmayî
û ji nav ramanên razayî
û ji nav hêzên westyayî

şevengê te di ber çavan re buhurî
hest û raman û hêz
tev avêtin warê
bîranînên kovan û kulayî

Erê dema min nemaye
bona evînê - lê eger dewran
hûrdemekê bi min de
ezê diyar kim bê evîn çilo û çawayî

Jiyan nabe bê xebat
ked û kar û kêferat
lê gelek te’le dûriya ji welat
xwezya baxiviya rondika rijyayî
bê ji ku hatî û çima hatî
û çi peyman bi çavan re girêdayî

çiqa sal buhurîn
nikarim kovan biqewrînim ji dil
ev mêvanê giran
çiqa min xan û koçkên dil raxistin
û xemilandin
ta ku pêşwaziya xweşiyê bikin

lê mixabin feleka bê bext
di guhê wê de xwend
ta ku riya xwe dagerand
û qîma xwe bi mêvandariya dil nanî
û dilêm hişt kavilekî vala mayî

li kê bikim ez nifir
li van kes û kara
yan heval û hogira
yan feleka li dijî me
yan radest bibim ji teva ra

car car xweziya xwe tînim bi dîna
car car xweziya xwe tînim bi miriya
dînim û ne dînim mirîme û ne mirîne
jiyana min di wê navê de ……. mayî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.