✦
✒ ŞİİR

Çavreşa Min

Çavreşa Min

Cegerxwîn · Şiir
şêrîn û çavreşa min, gelek delal e dîlber,
Ya Reb çi şox û şeng e, ciwan û rind û nûber.

Narîn û bînxweş û geş, qibla me aşiqan e,
Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer.

Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan,
Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser.

çen gewher û diran-zêr şekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im, gerden belor û mermer.

çavên nekilkirî, reş xweya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder.

Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran,
Runiştî textê Dara taca keyan li ser ser.

Bi Ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim,
Pûtxane pû ji bo min, min ser keşî li hember.

Yarê te ez Cegerxwîn, bêdîn kirim, kirim dîn,
Miftî ez im di eşqê, rabe bikuj bi xençer.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.