✦
✒ ŞİİR

Ceberûtî Ke Şika

Ceberûtî Ke Şika

Hacî Qadirê Koyî · Şiir
Ceberûtî ke şika dill le huzûrî melekût
Hate em ‘alemî nasûte xerîbêkî nesût

Naheq e şekwe le bê’ehdî û bêperwayî
Key wefayêkî eda kirduwe? Sed def’e zimût

Be gull û lale beharî ruxî razawetewe
Xayetî kiwêrî were hêç nebê seyrî ke be lût

Weku derya ye nesîmî seherî sebzey gull
Pêkewe mewc û hubabî deheja û debizût

Eş’es û Baqilî û Hatem û ger Hessanî
Dewlletî to be fenay nefs e, sikûnit be sikût

Herçî lew lawe neyê min le wê naynasimewe
Ewî nasîwte me’mûr e be emrî ceberût

Nanî xoy ta ku be tendûrî gerim pêwe neda
Narrwa Hacî eger çawî derênin be bizûPîtî û
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.