✦
✒ ŞİİR

Çend Ta Ji Keziyên Jinebî

Çend Ta Ji Keziyên Jinebî

Gulîzer · Şiir
Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşî
Bi sebrikan xwedî dikir
Bi bendemayînan kedî di kir

Serê pêsîrên wê tim bi hinne bûn
Amadebûn ji her dawetê re

Roj, êvarekê di nav herdu pêsîrên wê de çûbû ava
Bi dû kurtêlên tîrêjan diket,
Ji bo roj hilê di paxila wê de
Xwe dispart darên ziyaretan
çend ta ji keziyên jinebî
Kir hêvî û girêda
Li şaxek dara ziyaretê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.