✦
✒ ŞİİR

Çima

Çima

Sêfedîn Qadirî · Şiir
kêmasiye tev kêmasî
çima dikine kêmasî
dûbare dikin pirsên xwe
pirsên ku berê dinasî.

gava em jî bi hev re bin
wê nûser jî bi me re bin
em ji hev re pişt girtî bin
ne bê şûn û bê sere bin.

lê pirr dikin kêmasiya
hin digirin gelek riya
niza çima pirr dimînin
benda xwezî û hêviya.

dizanin ku ew nezanin
lê dibêjin em dizanin
lewra ji nezaniya wan
hezar zana nema zanin.

Dê zirarê bi zar nekin
bend û benda bin dar nekin
dil û dila ne arînin
rêbaz û şopê xwar nekin.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.