✦
✒ ŞİİR

Çivîk û Helbestvan

Çivîk û Helbestvan

Ebdulrehman Efîf · Şiir
Bager wê min bavêje dilê wê
Wê dar gumlekê min ji min bistînin
çivîk, wê yek perîkê bide min
Demsalên mê, wê gelekî min ramûsin
Bêdengî keçeke zêrîn wê bide min
û sûkên derengmayî wê têleke dawî bidin min
Ezê meyxaneyan bidim zengeloka xwe
hêlînên ku me di berfê de çêkiribûn
Wê hêlînên xwe bidin me
Havîn wê meyweyên xwe bi ser min de dawerîne
û ez...rêyên tengim di helbestan de!

ji dîwana "Ringîniya berbangê li ser erdê"
Ji Erebî: Zîn Emîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.