✦
✒ ŞİİR

Cizba Darê

Cizba Darê

Nurcan Delîl · Şiir
Bi destên xwe ava Çemê Reş bide min
Ez dara me ya nava dehlê av bidim
Bila bi cizbê bikeve
êşa ku şewatên çîya biweşînin
hêsirên çiya tevlî baranê bike
Wekî ji dayikbûnê bibe
pelên xwe şîn bike
Kulîlk bide
Bi destê pinpinîkê bigire
û li ser kulîlkan hingiv deyne
Awirên min ên westîyayî
bi girînê nexemilîne
Bi lorandina stranên xwe
bitevizîne hestên min
HêvIyên bIrîndar
hevokên bigazinc
di laşê min de xwe hewandine

*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 12
*Bi destûra helbestvanê ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.