✦
✒ ŞİİR

Cuhaba Lawanî Li Diya Hawarê

Cuhaba Lawanî Li Diya Hawarê

Qedrî Can · Şiir
Dadê ! dadê Hawar î
Roma, nan ji ber xwarî
Gelekî ez kêfxweş bûm
Ji ber te pirseyarî

Vê gavê halê min qenc e
Ev erd ji min re genc e
Ev hal wisa bimîne
paşê tu car ne rinc e

Firhinga min pir dibe
Hero zêdetir dibe
Cemed li vir kak dibe
Miqas jî cawbir dibe

Apê (Hirço)dibêje:
(Ji mîr Cilo re bêje
Hawarê pesin ne hiştin
Kiçik(!)kir kesê hêje

Ew Mîrê gelê Gûyan
Ko siwaran berî peyan
Dixwin bi eqlemendî
Gerek ev bibin biyan

Digel vê tune bûnê
û digel vê qas bûnê
Spasan pêşkêş dikim
Bi ewî eşîr bûnê)

Kekê (Boz) li ser dike:
(Ji me re serwer meke
Em, giş Kurd in! xwîna Turk
Ji bo me rehwan bike)

Ez bême ser fikra xwe,
Gotin û armanca xwe
Bihna min pir fireh bû:
Bi gotinên diya xwe.

*Kovara Hawar, Hejmar:20, Sal:1932, Rûpel:11.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.