✦
✒ ŞİİR

Dîcle û Firat (Ev Milk)

Dîcle û Firat (Ev Milk)

Rojen Barnas · Şiir
Di hembêz Firat û di paşila Dîclê de
Evîn germ e,
Hezkirin;
Kûr û zirav û dirêj
Esman bibext
û zengîn
Ji dayînên esmanî
Erd makeyek biber e,
Dizê bi dîlovanî

Ji esman hatin em,
-Wek kurdan
Ji erdê hêşîn bûn bi awakî?
Kengê... çawa... çilo…
Peyda bûn li vî xakî?...
Kes nîne bersiva vê pirsê bide
û bîra tarîxê jî ji heq dernayê.

Tiştê tê zanîn
Ji destpêka zemanekî nebinavkirî
Em li vê deverê ne.
Me gêra vî xakî kire war
û vî warî kire milk
Me xwe jê re feda kir
Ji silqê safi.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.