✦
✒ ŞİİR

Dêrsim

Dêrsim

Îbrahîm Seydo Aydogan · Şiir
Gava tu dixeyidî, dibî Dêrsim
Mîna ku bi rojan di şikêftekê de hatibim jahrkirin bi hêrs im

Dêrsim kul e, kulek e
Bi ser birîna Alîşêr û
şêx Seîd de qalik girtiye

Wêneyên xortaniya te sirgun in
Koçberiyên jinên piştpal û mêrên simbêlberan
Ling qeydkirî
Agirî
Hey agirî

Dêrsim gul e, gulek e
Ku îhsan Nûrî av dabû û
şandibû ji Seyid Riza re...

Hemû derew bû
Zarok nehatin qeydkirin
Kesî tecawuzî jinên te nekir
Kes nehat kuştin
Bi ser hev de
nehat qirkirin
Tu gundên te nehatin şewitandin
Ku dûyê wan
çavên min û te kor dikin
Heger tu ê bigirî
wek kurdekî bigirî...
Lewre...
Agir î
Hey agir î

Dêrsim bi tenê êş e
Êşa min û te ye...
Berbejna zarokatiya me ye...
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.