✦
✒ ŞİİR

Dîsa

Dîsa

Berfîn Ayşe · Şiir
Dîsa bû êvar
Dîsa bi ser min de hat şeva tarî û sar
şeva dirêj ya bêdawî
Ya neyar…
û ez
Bê te, bêçare û bêkes…
Tar û mar bûne xeyal
Axînên şevê nabin heval
Carna dibin tîr
carna dibin xencereke zengarî
Li ser dilê zewal…
Lê çi bikim
hêvî dûr
xeyal kûr in..
Derbas nabe jiyana bêwate
Derbas nabe jiyana bê te…
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.