✦
✒ ŞİİR

Dîsa Ez Îşev

Dîsa Ez Îşev

Walî Bedelpûr · Şiir
Bê te wek dîtir şevan, min nîne qet îşev qerar
Bê te dîsa ser heya pê, ez belengaz û hejar

Dîsa ez îşev bi bê te, rêwiyê rêkek dirêj
Nav xerabatên xeyala, min nîne war û sitar

Dîsa îşev ez wek her car, hebsiyê bîra te me
Bend û zincîrin di pê da, min nîne rêka firar

Dîsa ber vînek kû êdî bûye efsûn û xeyal
Wek birîndarek îşev jî, her dikem ez ah û zar

Min îşev soz da kû dîsa, her şiyar bim ta seher
Bêxewî xwe baş dizane, ku tenê ew gel min yar

Min dîsa anî hawara xwe ji bo hibr û qelem
Dîsa gazindên giran, bo rûpelê tew bûne bar

Çend wehûnim taw û ristan ez ji êşa her şevî
Çend bibêjim şerh û wesfa vê payîza bê bihar

Ev romana her şevên te, walî qet nabe xilas
Way û way, emman û emman, ax û ax, qîr û hawar
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.