✒ ŞİİR
Daê
Daê
Mîkaêlê Reşîd · Şiir
Daê, niha kê wê minra bêje: - Lao,
Û pey mirina tera zarotya min jî mir.
Merîê başqe- başqe wê navê min hildin,
Zarê mine bêxem minra bêjin:- Bavo.
Û gotinê wanda dibe ku ez bibhêm
Huba temiz, mezin, hisreta dilê wan.
Her kesîra nîne, ku navê wan dibên
Usa bi dil û can.
Lê tu kes mîna te îdî nabê: - Lao,
Çimkî wexta xatirê xwe te ji emir xwest,
Te bê vegerandin zarotya min jî bir.
1974
ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî
Û pey mirina tera zarotya min jî mir.
Merîê başqe- başqe wê navê min hildin,
Zarê mine bêxem minra bêjin:- Bavo.
Û gotinê wanda dibe ku ez bibhêm
Huba temiz, mezin, hisreta dilê wan.
Her kesîra nîne, ku navê wan dibên
Usa bi dil û can.
Lê tu kes mîna te îdî nabê: - Lao,
Çimkî wexta xatirê xwe te ji emir xwest,
Te bê vegerandin zarotya min jî bir.
1974
ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.