✦
✒ ŞİİR

Darê Beriwa

Darê Beriwa

Konê Reş · Şiir
Darê beriwa!
nizanim çilo ta niha
tu berz û payebilind
bê şerm fedî
li ser çiyayên min
rawestyayî?!
çawa tu dihêlî
çûk û çivîk
li ser çaxik û di nav pelên te de
stranan bibêjin û
govendan bigerînin?!
Ma tu ji xaka ku
tu ji ser şîn hatiye
şerm û fedî nakî?!
xaka ku mirovên wê
di nav kovan û birînan de
mane pêçayî!
Dara beriwan!
xwe bitewîne
rêzgirtin ji xelkên wêre
durist e.
xwe xûz bike
beşdarî bi welatiyên wê re
pêwîst e.
da ku çûk û çivîk jî
bi welatiyên wê xakê re
sirûdên şîniyê bibêjin
erê sirûdên şîniyê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.