✒ ŞİİR
Dawerê Mine
Dawerê Mine
Fesel Qadirî · Şiir
Dawerê mine ku ez..
Keseran bistirêm..
Ez telarekê(balexanekê) ji axê ava bikim..
û derya cot bikim
Da ku ez risteyeke evînî binivîsim
Ji bo yara xwe a ku min davêje
û min hembêz dike..
Dawerê mine ku ez..
Bi ser pişta bayî kevim
û herim
Ber bi zayineke nû de..
Keseran bistirêm..
Ez telarekê(balexanekê) ji axê ava bikim..
û derya cot bikim
Da ku ez risteyeke evînî binivîsim
Ji bo yara xwe a ku min davêje
û min hembêz dike..
Dawerê mine ku ez..
Bi ser pişta bayî kevim
û herim
Ber bi zayineke nû de..
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.