✦
✒ ŞİİR

Dem

Dem

Çerkezê Reş · Şiir
DEM

Kî xwe piş dara miraza veşart?
Ew kî bû, ku vir tirs - ricaf barand?
Îşq dilerize - hal - hikyatê sert,
Ba nalikije - hevkarya birand.

Şidyane xweda baskê teyreda,
Darê dihesin him mezîl, him ‘erş.
Lê dem girane - wê xwe berneda.
Bextek, her bextek ketye kevrê reş!

Û aha îdî diweşe kozî
Ji ruhê îşqê û ji lêva bê,
Ça hesîya sar - dem maye tehzî,-
Perr - baska hilda qeweta hubê!

Kî xwe piş dara miraza teland?
Ew kî bû - çehvê yazyê girêda?
Ew kî bû - çehvê min usa deland?-
Ku alîkî min ha kişya pêda?

*Ji pirtûka wî 'Şorişa Xebera' r: 64, Weşanên Belkî
*Tîpguhêzî ji Kirîlî: Rênas Jiyan
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.