✦
✒ ŞİİR

Dema Ku Şev Pêlavên Xwe Ji Pê Bike

Dema Ku Şev Pêlavên Xwe Ji Pê Bike

Mîtan Şareza · Şiir
"Erdê bihuştê ye dilê te yê beyar
Ji kîsê hezê diajo cotkarekî evîndar
Ji dojehê firar"

Dîmeneke lerzokî me, di çavên te de
Ji bayên bêdengîya te, pelên xwe dimalim
Li min venagere, demên ku ji destên min firîyan
û bêdengîya bêrîyê, min ji bîr kir, li kevîya xeman

Tu jî dizanî
çîrokek bû
Wêneyekî kevn bû
Bajarekî bêdeng bû
Mirina min

Zayînek di destên min de miçiqî
Warên min derengîyê dipîve
Gavên min diperpite, li ser axa te
û êdî goristana bêxwedîyan e dilê min

Tu jî dizanî
çîrokek bû
Wêneyekî kevn bû
Bajarekî bêdeng bû
Mirina min

Ez bi destên xwe gulîyên şikestina hundirê xwe dihûnim
Dibim katjimêra lorandinê ji êşa xwe re
Kevnekenek im, di qetrana şevê de asê dimînim
Wekî cixareyeke nîvco, vedimirim, ditemirim

Tu jî dizanî
çîrokek bû
Wêneyekî kevn bû
Bajarekî bêdeng bû
mirina min
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.