✦
✒ ŞİİR

Dengê Dostaniyê

Dengê Dostaniyê

Bêwar Ibrahîm · Şiir
Heger ez yara te bim bêj ?
Heger ez dosta te bim bêj ?
Heger ez xewna te bim bêj ?
Bibêje …!
çi doza teye ?
Neynûkên min ji
Goşt nabin,
Rehên dil qet
Rewa nabin…
Ku hezkirin be ka
Mestî ?
Ku dostanî be ka
Rastî ?
Ku xewn be ka
Xweristî ?
Xwes zanibe..!
Ez û şevê li hev nakin …!
Tirsa wê qet jibîr nakim…!
Ne dilê min meyxane !
Ne lêvên min çayxane !
Ne sênga min zozane !
Ji min dûrkev û
Veneger
Dost û yarên te pirin
Bê ser û ber…
Tu nizanî ?!
çem û çiya na ramûsin ,
Ji tirsa evînê dilsotin…!!
Lê qet ji hev cuda nabin,
Ew dostin û winda nabin…!!
û mêzeke !
Dengê dostaniya paqij..
Rehên birakujiyê radikin
Alên astiyê li ba dikin…

20/11/1998
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.