✦
✒ ŞİİR

Derew

Derew

Sîdar Esmer · Şiir
Sînor in çavên te li ber keviya evînê,
xavik in kenê te li niştecihê mirinê
wenda bûm li bajarek sitûxwar û ne çar
şev giran, êş har, jana te sir û sar...

Xapînok bûn nêrînên te,heza te derew,
ew gotin xapînok bûn,evîna te derew
rû bi du rû bûn,dêmên xweşik derew
bi zimanê hingivî xapîm,çûyîn tev derew...

Bi tîpên helbesteka qefilî te disêwirînim,
ew stêrka min hilbijart xûricî piştî te
bi sal û wext bayê sibîrya yê li dil dixîne
dil û evîn ligel helbestê xwe dikuje...

Em derew in,xewn û xeyal derew.......
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.