✦
✒ ŞİİR

Destên Min

Destên Min

Erd Agron · Şiir
ger ku ez ketim
xeweke giran, jidayik nebûm dîsa
bêriya destên min bike.
destên dem û dewran dîtine
destên li ser memikê şeveqên rengîn
geriyane, li ser qorik
û zikê hebûnê…
li ser çav û biriyên jiyanê
û di bêhna mirinê geriyane
destên bi hesreta di nava xelekên
porê te de bigerin
destên bakîr ku li ser canê jinekê negeriyane
zîlbidin belkî ji gornê.

bêriya destên min bike
destên bi zemanê hêviyê ve
rapelikîne û gerdena
latên tenêtiyê mistdane

tenê narîncokan
û qirika qilêşan guvaştine
îro quncirîkan didin tembûr
û kîtaran…
li welatê şehîd hestî çandine
ev dest
li bin siya darekê
diricifin.

*Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.