✦
✒ ŞİİR

Dewata Tebyetê

Dewata Tebyetê

Fêrîkê Ûsiv · Şiir
Mîna rûviyê dewatê,
Ba hat cab da tebyetê,
Bax hejya got "bimbarek",
Erdê xwe dît tivdarek:

...û her tişt bû tundurist,
Ewira def û zurnê xist,
Birûsk mînanî siyara
Pekya ber bi beyara.
Dûman bûkê bû xêlî
û dakete ser gêlî,
Hingê erdê û ezman
Hatin û hev ramûsan.
Ji şabûna ro derket,
Keskesorê girt govend,
Teyr-teyreda li vira
şabûna dil istira...

Pey dewata pirr giran,
Li her zozan û aran
Meh derbaz bûn, roj serda -
Erd xemilî û ber da.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.