✦
✒ ŞİİR

Di Nav Koma Qewim û Bira

Di Nav Koma Qewim û Bira

Fêrîkê Ûsiv · Şiir
Gundê Pampê dewat gendî,
Ez lê teglîf, ez lê xwendî.
Di nav koma qewim û biran
Min wergirtye xemla giran:

Li bejina min çuxê kurda,
Kembera zîv, qayîş serda.
Ber- pêsîrê min nitirî,
Papaxê reş yan qotkirî,

Kihêlê min Pêgasê dîn,
Min lê şdandye û teng û zîn:
Rext û rismê wî neh mûsa,
Meydan ketye rast û dûza.

Sazbend şamil lêdixe "cirîd",
Li min vebûye bend û şirît,
Li ser pişta kihêl Pêgas
Xweş hêl dibim ber bi Parnas.
***
Qemerdax çiyakî ji van bilinda,
şaxê me li ber - nolanî kunda,
Lê gava ro ket pişta vî kundî,
Qemerdax li ber siya wî bû unda...
***
Ezê rabim mîna Mîrmih, mîna sofiyê Bexdayê,
Yêr-yêrinde dewremîş bim her çar qulbê dinyayê,

Mirin heye, bona meye, ciyê bê mirin nagerim,
Ezê hildim tembûrê xwe pey evîntya dil herim.

Belkî heta mifriq-mişriq, heta "mala felekê",
Ji bona xwe maşoqê dîn peydakim kar-xezalekê...

... Ax, ditirsim mîna Mîrmih emirê min here bêxeda,
Yanga diiê min dixweze, bîter nebe tu erda...
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.